Navê keçê Asê ye
Xwe ji qîza Qers ê ye
Ez qurbana bejna wê
Enîya wê da şara wê
Ne xewne û ne xeyal
Asê şewqe û şemal
Jira bêjin şoreşvan
Xwe jî şêre û şervan
Asê Asê Asa me
Rabû ket nav şerê me
Şer jî şêrê me Romê
Biparêzên axa me
Asê me re şervan e
Her tiştan jî xweş zane
Him şervan him rêber e
Ser çîya ê Xerzane
Asê gula biharê ye
Di zozan, zeran de ye
Şara wê de ala me
Qedir, qîmet hêja ye
Asê şewqa sibê ye
Ro veda ronahî ye
Xwe jî me re xweş roj e
Xemla ser warê me ye
War û welat Kurdîstan
Asê Dêrsim û Batman
Munzur, Cudî, Elegez
Muş, Çewlîk û Tetwan
Asê xwişka Kurdan e
Her dem şerefa me ye
Bo şahî ya gelê me
Wele rabû soz da me
Asê şemla roja me
Bû rêberê gelê me
Jêra bêjin her bijî
Bijî bîjî Asa me
Asê keça Şewan’ê
Bi rojane ser pê ye
Milan de ala Kurdan
Kesk, sor û zer lê ye
Asê kela Mazgêrd ê
Heyveron serhad ê
Dengê gelê Kurdan e
Bilind bû li Amed ê
Asê jine jîyane
Adanî ya axa me
Qedir, qîmet hêja ye
Ronahîya warê me
Asê bêgef, bêtirs e
Ne girtî yê Rom'ê ye
Keleşek ser milandan
Şervanê me Kurda ye
Asê çilkê baranê
Barana behra Wan'ê
Herikî wek robaran
Barî ser Kurdistan ê
Rizgarîya Kurdan e
Meh jî meha Adarê
İro Newroz’a gele
Asê gula biharê
Dîlan e û şahî ye
Hewldana Kurdan e
Polis, leşker bizanin
Asê keça Kurdan e
Mehmet Çobanoglu
20.05.2002
Stanbol
Kayıt Tarihi : 29.11.2007 13:04:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
TÜM YORUMLAR (2)