-şîrê şêr di eyarê şêr de-
şêrgele hebûn şêrgele
-çi mê çi nêr-
li berpalên Agrî kite-kit dînemêr
li zaxrojan kur î kurroj
û
Di qada şer de pişta me negihişt erdê.
Te şahid bivê, va Herekol.
Miradkar, bi bext û ol
Va Cûdî
Û va ye ev ax!
Himbêzek ramûsan man li keviya çêm
Te gotibû îşev ez têm,
Îşev, beriya hîv dagere kevan...
Ma gund raneza, ma sa ranezan
Xayînê, tê bihata...
Dilê min sed carî di sînor werbû!
Sal him bi him zeman pîr dikin.
Heyv li kevan e geh, geh roj li ava
Bi kêlî û saet, bi roj û şev, bi av û hewa
Dem kal, ez pîrekal, zeman lal...
Delalê, ji kîşweran payîz e niha!
Min li ku hişt ku lê vegerim
Hêre bikim dê bi ser ve bim
Li wî gundî li wê navçeyê li vî bajarî?
Zarokek bûm ez jî
Wekî her zarokî, fêkiyê rojekê
Evdal e evîn,
Ciwaneke kal e.
Û çîrokek e
Li gel qulingê birîndar, bi mitale
Kevintirîn e ji Mem û Zin
Û ji mejûyê hezar-sale...
Min hij te kir
Pirr pirr pirr
Dibû pirpira çivîkan li ber qefesê
Û te, li ber firê çavên xwe kil dikir.
Reş bûn ji xwe
Bi parsê ketibim
Li kolana te evdal
Li devderiyê te qereçî
Têr bike vî dilê birçî
Keçê, ka maçekê!
Navê te kaçûmanok, navê te bêndera tayê
Sira nesimî hênik tenik, dil Çola Kerbelayê
Ziman melhêba peyvan, çarînan didêrim
Hemû qamûs bi navê te radibin reqs û semayê
Hêleke min diqutife ji sermê
Çiya keleheke asê, rê asê,dem asê
Hêviya min kulîlka binê berfê
Ha bel bû ha bel bibê
Û berf tê
Tê
Bu şaire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!