Ay dîlberê, birîndarê, xemgînê, rebenê
Îro gulên baxan cilmisîn ax ev çi hale?
Ey dîlberê dîsa havîna me bû zivistan
Berfe û barane wax li bilbilan re roj tale
Îro me şîne rondik çavên me bûn kanî
Derd û kul û keser, aşît ser me de barî
Berbangek dîsa xera bû ax me wêrane
Ey dilberê roj nehilat warê me bû tarî
Ey dilberê ax xebereke nexêr me re hat
Dibijin: Hozan Aram nav sekeretê de ye
Apê Aram ne kale hê jî ew pir cîwane
Û xwestinên wî jî gorîstana Amedê ye
Ay dilberê dil keserê, rebenê, xemginê
Daê Hozan Aram'ê Bavfile dilê meye
Kekê meye, birê meye û ew apê meye
Ew bi rûmetî çû ber dilovaniya Xwedê
Ay dilber Aramê me wek Feqîyê Teyran'e
Ew rêberê çanada hemû gelê Kurdan'e
Û hevalê Apê Musa dostê Ciger Xwîn'e
Ew wek Evdalê Zeynikê bi dostê merdane
Ay dîlberê de were îro me şîn û şîwane
Êşa ketîye serê Apê Aram girane
Ne hekîmê Loqman ne bijîjk cem tune ye
Derdê wî qasî çiyayê Sîpanê Xelat girane
Ay dilberê, xemgînê tu keça gelê Kurdanî
Tu nav stran, awazên Aramê me de dijî
Kilamên Aram ji bo me Kurdan diyarî ye
Di dilê wî de tim ax û war tim welat tîjî
Can dayê Aram'ê me te re digot "Ay dilberê
“Tu him gulî him rihan î,
Tu him derdî him derman î
Him hekîm î him loqman î
Wêran ez im malim xirab.”
Na na tu namirî, hozanê me Aram Tîgran
Mehmet Çobanoğlu
09.09.2009
Yildirim
Kayıt Tarihi : 13.8.2009 00:56:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!