Ar u Du Şiiri - Sadık Toraman

Sadık Toraman
145

ŞİİR


3

TAKİPÇİ

Ar u Du

AR Û DÛ
Ar ji bûna dû dilê xwe şewitand,
Germ bû wekî stranekî ji dengê dengbêja dû û kûr,
Di revîya dû ji germa ar,ki dûr diket,
Ser û binê dinya yê ji ar û dû nasekinîn.
Em insan jî ne wisaniniwekî ar û dû,
Yekî hezdikin,dilême ar pê dikeve,
Lê çima em xwe nikarin bidin ser ziman,
İnsan gelên bi tenê ye,
Bi zewuce ji bi tenê ye.
Evîndar be jî bi tenêye,
Gelo çima hundirê me ew qas fihreye,
Dayîkek ji hezkirina zarokên xwe têr nabe,
Di dil de hev wekî mirinê,
Tunebuna me wek ar û dû ye,
Hebûna me wek ba yek kî xerîb ser çem û çîya,
Hezkirina mûmik,hezkirinkî raste,
Bi halê xwe,ji xwe hezdike,
Dû tune li dora wî,
Çıqas pê keve jî hundirê xwe dişewîtîne,
Wekî bilbil û gulê hezkirina wî,
İnsan dimeşin bê rê dikevin,
Çiqas herin jî jı xwe dûr dikevin,
SÎyawî ji wî pêştir diçe di rêda,
Dilê bi birîn bînin ber çavên xwe,
Dema mûmik diqede dilême çiqas di êşîne,
Hezkirina insan jî ewhaye,
Li ber çavên me dibe xeml û xeyal kî wenda dibe
Hundirê dilê mirov valabe,dinya jî valaye ji mirov ra,
Mirin raste ji wî pêştir her tişt derewe,
Mirov di dilê hevalek xweda zindî be,
mirov na mire......

Sadık Toraman
Kayıt Tarihi : 20.2.2011 22:53:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Sadık Toraman