Rêya min, ber bi bajarê Amedê ket.
Li kel û kaşxaneyên vî bajarê wêran gerîyam.
Min dît ku di şuna şalur û bilbilan de kundê kor dixwînin.
Min ji kundê kor pirsî, got:
"Rewşa vî bajarî ci ye, çawa diçe,
Di derheqê vê wêranîyê de çi dibêjî?
Çima ewr û reşê tarî xwe di ser vî bajarî de berda ye?"
Serê xwe li min bilind kir, nava xwe kişand û wuha got:
"HEYWAX Û HEYWAX...."
Kayıt Tarihi : 10.12.2017 10:53:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!