= EHMEDO =
Dewrano dewrano bêbext dewrano.
Te kekêm ji min bir ez mame bê cano.
Êdî xewam nayê havînam zivistan.
Parîs tu bihilşî te kekê min xwâr...
Ehmedo tu mirî te dilê min şikand.
Ahakî nabe bê te jiyan lê cîhan.
Bihar tê nizanim her warêm zindan.
Jiyan bê te zilme kekêm Ehmedo...
Ehmedo, Ehmedo mîr ê ciwana.
Tu ji me zû çûyî welatê stêrkan.
Ehmedo, Ehmedo şahîya azadî ye.
Bê te nizam ça wa bikim ez vî jiyanê.
Parîs tu bihilşî te kekêm min xwâr.
Rê ya min rê ya te mîrêm Ehmedo.
Wextê kulîlk vebûn gundî herin zozan.
Ezê agirek dadim bi navê te bêjim sitranan.
Şiir: Raşit ER
4.mart.2008 te yazılmıştır.
yer: Tütünçiftlik
Kayıt Tarihi : 4.4.2009 12:12:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!