Agirê Evînê Şiiri - Abdurrahman Atabey

Abdurrahman Atabey
34

ŞİİR


1

TAKİPÇİ

Agirê Evînê

Agirê Evînê

Li ser çiya,
Nav zozanan,
Di ber çemên sar
Nav bêhna kulîlk û nêrgîzan de
Li ber dengê bilûr û tembûran
Li cihê kew û xezalan
Di Nav çîmenên rengîn de
Li qeraxa daristanê
Rojeke rû xweş
Şahîdiya quling û bilbilan
Şahîdiya bêrîvan û şîvanan
Şahîdiya dengbêj û sitranan
Şahîdiya çirokvan û çîrokan
Şahîdîya helbestvan û helbestan
Şahîdîya xecê û siyabend
Agirê dil, barê giran
Xem û daxa xwe
Min avête nava dû rûbaran
Yek Dîjle bû yek jî Firat
Kul, keser û ew agirî
Her dû rûbar dilerizîn
Pêl bilindbûn têk xulxulîn
Bêhiş ketîn av çikiya
Gotin ew bar ne barê me ye
Ew agir ne kar ê me ye
22.02.2012 -Diyarbakır

Abdurrahman Atabey
Kayıt Tarihi : 21.12.2015 14:48:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Abdurrahman Atabey