Tu (xwîsa gorê)
rûbarên xeman diherikîn li ser dilistana min
rûpelên dîrokê xwe vedikêşa ji ber pênûsê
zeman ziwade bû li ber hilavêtina dilê min
tu diçûyî û vedigirt kêlika gora min xwîsê
Tu (êşa şanikan)
kêliyên gorên me jî dê rondikên me vemalişin
ji vê êşê ax, ber û dar jî bo me dê xwe bisojin
heta şanikên me belav bûne êş û janên jînê
li ser kêliya gorên me jî ewê her tim kelijin
Tu (arê bêdû)
çîroka arê bêdû dihat gotin li ser tenûrê
gava ku xewn û xeyalên me tev dibûn bizotên sor
kula hezar salan xwe berdida ser dengê bilûrê
dinaliya li nav xweliya xwe ya sar mirî û gor
2004–12–26 /Amed
Ömer DilsözKayıt Tarihi : 26.12.2004 19:28:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![Ömer Dilsöz](https://www.antoloji.com/i/siir/2004/12/26/agir-li-hev-aliya.jpg)
...
'dinaliya li nav xweliya xwe ya sar mirî û gor'
Pîroz dikim.
TÜM YORUMLAR (1)