Agir li hev aliya Şiiri - Ömer Dilsöz

Ömer Dilsöz
57

ŞİİR


1

TAKİPÇİ

Agir li hev aliya

Tu (xwîsa gorê)

rûbarên xeman diherikîn li ser dilistana min
rûpelên dîrokê xwe vedikêşa ji ber pênûsê
zeman ziwade bû li ber hilavêtina dilê min
tu diçûyî û vedigirt kêlika gora min xwîsê

Tu (êşa şanikan)

kêliyên gorên me jî dê rondikên me vemalişin
ji vê êşê ax, ber û dar jî bo me dê xwe bisojin
heta şanikên me belav bûne êş û janên jînê
li ser kêliya gorên me jî ewê her tim kelijin

Tu (arê bêdû)

çîroka arê bêdû dihat gotin li ser tenûrê
gava ku xewn û xeyalên me tev dibûn bizotên sor
kula hezar salan xwe berdida ser dengê bilûrê
dinaliya li nav xweliya xwe ya sar mirî û gor

2004–12–26 /Amed

Ömer Dilsöz
Kayıt Tarihi : 26.12.2004 19:28:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.
  • Mehmet Sıdık Dündar
    Mehmet Sıdık Dündar

    Helbesté te ji alé wate qur e. Xweş dinivisinî heval.
    ...
    'dinaliya li nav xweliya xwe ya sar mirî û gor'
    Pîroz dikim.

    Cevap Yaz

TÜM YORUMLAR (1)

Ömer Dilsöz