Agir Barî Şiiri - Mehmet Çobanoğlu

Mehmet Çobanoğlu
2568

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Agir Barî

Şere şere wax me şere
Agir barî dil,can diqele
Ev çi rewşe li war bizare
Deşt,zozan,ax dumane

Şev û rojan nale nalim
Bilbil xemgîn û dinalim
Heval şehit min şîvane
Dil birîndar zare zarim

Ez bimirim,mirin bê min
Kurdên kor rûnadin min
An bê rûmet an kolenin
Qe napirsin vê halimên

Ez birîndarê tank,topan
Şêr û şervanê we gelan
Ax birîna min pir girane
Hêvîdar ê we Kurda me

Rabin rabin wax êvare
Ev şerê li ser Kurdane
Ya mirine û ya mayîne
Bêbextî qe ne tu kare

Şere şere ser me şere
Neyarê hel gurên hare
Çav berda ax,warê me
Û bêbextî xwe ne kare

Şere şere me mehşere
Neyarê me wek mişare
Ne can ma ne jiyan me
Ev tev kuştina Kurdane

10.15.2007
Yildirim

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 17.12.2008 00:46:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.
  • Şebap Teker Armanc
    Şebap Teker Armanc

    SEHET XEŞ HAVAL, GELEK SIPAS DIKIM Jİ BOY VÊ ŞİİRA TE

    BU GÜZEL ÇALIŞMANIZDAN DOLAYI YLÜREĞİNİZİ KUTLAR KALEMİNİZİN DAİM, İLHAMINIZ BOL OLMASINI DİLERİM

    Cevap Yaz
  • Berhîm Paşa
    Berhîm Paşa

    Ez te pîroz dikim Cegerxwînê vê demê..

    Cevap Yaz

TÜM YORUMLAR (2)

Mehmet Çobanoğlu