Adalet, Dadî Şiiri - Zandar Amari

Zandar Amari
109

ŞİİR


2

TAKİPÇİ

Adalet, Dadî

Her kesê hatî dinyayê
Sûûd jê re ne xwuyayê
Jîyan li her kesî nayê
Ne dadwerî eya dinya

Hinek bune lawê axan
Hinek bune lawê şêxan
Hinek jî paqijê rêxan
Ne dadwerî eya dinya

Hin bi kêf û şahiya xwe
Hin bi kul û êşîya xwe
Her kes dijî bi halê xwe
Ne dadwerî eya dinya

Ji kesî re ne wek hevî
Hin wekî bilbil bi devî
Hinek lalin gotin revî
Ne dadwerî eya dinya

Hinek silî hinek levî
Hin ji ber te mirin revî
Hin bi roj û hin bi şevî
Ne dadwerî eya dinya

Dinya ji hina re bahra
Ji hineka re jî jahra
Poşmanî'yû gelek qehra
Ne dadwerî eya dinya

Kî xîzan û kî jarwan e
Kî zengîn û kî haman e
Kî qarun û kî yeman e
Ne dadwerî eya dinya

Hinek başin wek Habîl in
Hin nebaşin wek Qabîl in
Hin Qabilê rû Habîl in
Ne dadwerî eya dinya

Axa te her zêr û zîv e
Ji her kesî re te pîv e
Hinek tam û hinek nîve
Ne dadwerî eya dinya

Hin ji bona kêfê dixwê
Hin ji bo birçîtî dixwe
Ji hina re nîne bixwê
Ne dadwerî eya dinya

Hin bi işq bi evîn e
Mala hineka tunîne
Bê kon û bê hêlîn e
Ne dadwerî eya dinya

Hinek bêkes hinek sêwî
Hinek tunîn hinek cêwî
Hinek xemgîn hinek zêwî
Ne dadwerî eya dinya

Zandar Amari
Kayıt Tarihi : 6.5.2024 15:56:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Zandar Amari