34 (SÎHÛÇAR)
Latif EPÖZDEMİR
Sî û çar, bila rabe ji nav hejmaran;
Piştî şîna sî û sê gulleyan li kêleka sibê;
Di şûna destmalên sosrgevez,li wê;
Kirasê mirinê rapêça bedenan
Sî û çaran,
Bi neçarî bakirin hewaran
Hewarên bêdeng,bune denganek
Dabeş bun bi ser deşt û beyaran..
Şev destgirtyê tirsê
Navê şevê sî û çar bû
Şev çaverê naçar bu.
Sî û sê gulleyên din ducar bun.
Sîhûçaran di sekerata ber mirinê de
Bi lêvên heşîn û lerzîn
Ez bêjim wesyet hun bêjin şîret kirin
“em şîvin,hun nebin paşîv,yan rojek taştê”
Roboskê
Bi çar gav ji dûrîtîya kûrîtîyê tê,
Her gavek demsalek
Ku her demsalek hewareke bi serê xwe
Hemu salan ya hindik çar caran tê..
Her evinek ku hest tê de mirî ne,
Serhildanek diafirîne
Û sîhûçar keserên li du hev
Dikojin goşt ji hestî roj û şev..
Eger şair bêdeng bimîne beramber li mirinê
Bila qelem li destan bişkê,nemînê
Sedem ku şair leşkereke
Di parastina jîyanê, li gerdûnê
Fananî çekan bidestin her tim pênûs û qelem
Bi gotin û peyvik dagirtîne
Minanî rextê fişekane, mejîyan di sêwirînê;
Her peyvek şair
Wekî gulleyek çardexwir e
Mebesta helbestê avadan kirina jîyanê ye
Ne ku şiroveye li ser nefesên axir e…..
Roboski rûreşîya serdem
Sernizmin ala û perçemên cîhanê,
Fedî dike mirovantî,hêstêr ji çehvan têne xwarê
Şermezare li pêşber, ew helbesta hevdem….
Mirov ewil li ku bigrî,temen li wir kevin dike
Ji malbata kevinbunê ye jibîr kirin
Roboskê jibîr neke hevalo
Felek babê kesek nîne;
Jîyan bayêk bê zar û ziman ,li ser zemîn e
Eger mefer û mecal bibîne
Wê derbas bibe di nav baskên balafirên hevalbê;
Mirin xwe veşartîye di kemînan
Li kanbaxa Roboskê vê serê sibê…(28.12.2019)
Latif Epözdemir 2
Kayıt Tarihi : 19.1.2020 11:31:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!